• Friday, 13 February 2026
logo

Mesrûr Barzanî û konsûlê nû yê Fransa civîyan

Gulan Media September 2, 2019 Nûçe
Mesrûr Barzanî û konsûlê nû yê Fransa civîyan
Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro li Hewlêrê pêşwazî li konsûlê nû yê Fransa li Herêma Kurdistanê, Olivier Decottingnies û şanda pê re kir.

Mesrûr Barzanî pîrozbahî li konsûlê nû yê Fransa kir û hêviya serkeftinê jê re xwast. Serokwezîrê Herêma Kurdistanê her wiha behsa pêwendiyên dîrokî yên Fransa û Herêma Kurdistanê kir û got, em spasiya dewleta Fransa dikin ku her dem xwedan helwesteka dostane bûye li hember gelê kurd û Herêma Kurdistanê. Em hêvîdar in pêwendiyên me zêdetir pêş bikevin.

Konsûlê nû yê Fransa jî spasiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî kir û got, em bi girîngî li karnameya kabîneya nû ya hikûmeta Kurdistanê dinêrin. Hikûmeta Fransa amade ye her cure alîkariyekî bide Herêma Kurdistanê.

Waar.tv
Top