• Thursday, 12 February 2026
logo

Erdogan ji ber serdana Îmamoglu bo Diyarbekirê, bi tundî êrişî wî kir

Gulan Media September 2, 2019 Nûçe
Erdogan ji ber serdana Îmamoglu bo Diyarbekirê, bi tundî êrişî wî kir
Serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan bi tundî êrişî serokê şaredariya bajarê Stenbolê, Ekrem Îmamoglu kir ji ber çûyîna wî bo bajarê Diyarbekirê û piştevanîkirina HDPê.

Serokê şaredariya Stenbolê, Ekrem Îmamoglu duhî çûbû bajarê Diyarbekirê û piştevaniya xwe bo wan şaredarên kurd yên ku çend roj berê ji aliyê hikûmeta Tirkiyê ve bi tohmeta alîkarîkirina PKKê ji kar hatibûn dûrxistin, nîşan dabû.

Serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, îro li bajarê Konyayê di mîtîngekê de êrişî Îmamoglu û partiya wî, CHP, kir û got, serokê şaredariya Stenbolê piştevaniya wê partiyê dike ku bûye dûvka rêxistina terorîstî.

Erdogan her wiha got, serokê şaredariya Stenbolê û partiya wî sozên xwe li hember wan kesên ku têkelî terorê bûne, bicîh anîn!

Basnews
Top