Leyla Guven bang li Serok Barzanî kir ku pêşengiya yekitiya netewî bike
Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Colemêrgê û Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven, li bajarê Wanê yê Bakûrê Kurdistanê di mitînga bi boneya 1ê Îlonê Roja Cîhanî ya Aşitiyê de, gotarek pêşkêş kir.
Leyla Guven di beşeke gotara xwe de derbarê yekrêziya Kurdan de got, “Birêz Mesûd Barzanî rêberekî Kurdan e. Ji ber hindê divê pêşengiya vê yekê bike.”
Parlamentera HDPê herwiha diyar kir ku pêkanîna yekitiya Kurdan erkeke girîng e û got, “Birêz Abdullah Ocalan di vê mijarê de bi salan e bang dike.”
Leyla Guven ragihand, “Ez ji Wanê careke din bang li rêberên Kurdan, nirxên Kurdan, partiyên siyasî yên Kurdan, hemû destekftiyan, werin em li çar perçeyên Kurdistanê yekitiya xwe ya netewî pêk bînin. Ez di serî de jî bang li Birêz Mesûd Barzanî dikim. Birêz Barzanî hûn jî rêberekî Kurdan in, werin em yekitiya xwe ya netewî pêk bînin. Ji bo Kurd ku bê statû ne, di sedsala 21an de bibin xwedî statûyekê û bo ku li ser axa xwe bi azadî bijîn di nav yekgirtina welatan de, divê em yekitiya xwe ya netewî pêk bînin.”
Heseroka KCDê di gotara xwe de got ku Serok Barzanî ji rêberên Kurdan e û ji ber vê yekê divê pêşengiya yekitiya netewî bike.
Rudaw
