• Thursday, 12 February 2026
logo

Henan Fetlawî bi leşfiroşiyê tê tometbar kirin!

Gulan Media September 1, 2019 Nûçe
Henan Fetlawî bi leşfiroşiyê tê tometbar kirin!
Jin a parlamenter a Iraqî bi leşfiroşî û karên bê exlaqî tê tometbar kirin.

Parlamenterê Iraqê Fayiq Şêx Elî di tora xwe ya civakî twitterê de ragehand: ‘’Wê leşfiroşê, ku qesda wê Henan Fetlawî ye, serokê Tevgera Îrade ye, gelek kes rêkirine gel min ku ez bê deng bim.’’

Fayiq Şêx Elî ragehand û aşkera kir Henan Fetlawî di ber singê kî de radizê û got ‘’Ez ji we re radigehînim ku li gel kî li Beyrûtê dimîne.’’

Eşîreta El Fetele ku eşîra Henan Fetlawî ye bi beyanameyekî daxwaza rakirina parêzbendiya Fayiq Şêx Elî kiriye û gef xwarin ku dê pirsgirêkê bi awayê eşîrtî çareser bikin.

Basnews
Top