• Friday, 13 February 2026
logo

Serok Barzanî li gel fraksiyona PDKê ya Parlamentoya Iraqê civiya!

Gulan Media September 1, 2019 Nûçe
Serok Barzanî li gel fraksiyona PDKê ya Parlamentoya Iraqê civiya!
Serok Mesûd Barzanî li gel fraksiyona PDKê li Encûmena nûnerên Iraqê civiya.

Li gor malpera fermî ya Serok Barzanî derbarê civînê de daxuyaniya hatiye dayîn waha ye:

Roja yekşem 01.09.2019 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî li gel Endamên Fraksiyona Partiya Demokrata Kurdistanê li Encûmena Nûnerên Iraqê civiya.

Li civînê de ku bi mebesta raguhertina li ser pirsên siyasî û guftûgokirina pêşhat û guhertinên dawî ya Iraqê hate encamdan, Serok Barzanî li gotarek da ronahî xiste li ser girîngiya rola parlementerên Partiya Demokrata Kurdistanê li Encûmena Nûnerên Iraqê bi navê bergirîkirina li mafên rewayên gelê Kurdistanê û tekez jî li wê yekê kir ku pêwîste wekî çawa bergirî li mafên gelê Kurdistanê dikin bi heman awayî jî bergirî li mafê hemwelatî û nîştecihên parêzgehên Iraqê bikin.

Li beşekî dinê vê civînê de Serok Barzanî nêrîna xwe ya di derbarê çareserkirina kêşeyên di navbera Hewlêr û Bexda ji bo amadebûyan şîrove kir û di derbarê çawayiya karkirin û peywendiya li gel aliyên siyasiyên Iraqê şîret û rênişanderên pêwîst xisterû.

Her li vê civînê de Endamên Fraksiyona PDK li Bexda têbîniyên xwe yên di derbarê rewşa siyasî û karê Parlemenî li Encûmena Nûnerên Iraqê xisterû û tekez li ser pêwîstiya hebûna hevhelwêstî û hemahengiya di navbera fraksiyonên Kurdistaniyan kir, bi taybet li ser wan babetên peywendî bi maf û berjewendiyên xelkê Kurdistanê ve heye.
Top