Ji ber operasyonên Tirkiyê 15 gundên Zaxoyê hatine valakirin
Xelkên wan gundên ser bi herdu bajarokên Derkar û Batîfayê yên qezaya Zaxoyê, ji ber operasyonên Tirkiyê û şerê navbera artêşa Tirkiyê û PKKê ji gundên xwe koçber bûne û çûne malên xizm û kesûkarên xwe.
Asayişa Zaxoyê û Rêvbeberiya Bajarokê Derkarê jî daxwaz ji xelkê wan gundan kirine, ku ji bo parastina jiyana xwe, mal û gundên xwe vala bikin û piştî bidawîhatina operasyonên Tirkiyê, vegerin cih û warê xwe.
Li navçeya Zaxoyê bi giştî 188 gund hene, ku ji ber şerê PKKê û Tirkiyê 98 gund hatine valakirin.
Xelkê deverê ji wê rewşa niha aciz in û dibêjin, Tirkiye bi hinceta PKKê, hêzên xwe di nav gundan de belav dike, li hember wê yekê jî gerîlayên PKKê li kêleka mal û nava rez û baxên xelkê wan gundna de baregehên xwe danîne.
Xelk dibêjin, herdu alî jî zirarê digihînin wan û jiyana sivîlan dixin metirsiyê.
Yek ji nîştecihên gundê Deştexê, yê bi navê Cemîl Oreha dibêje: “Ji ber şer û aloziyê, hemû çûn û em reviyan, beşek ji wan çûne derve û beşek din jî çûne Zaxo û Duhokê, em jî bi tenê mane.”
Li gor amareke qayimeqamiya Zaxoyê, li wê qezayê 187 gund hene, ku rêjeya %53 ji wan gundan ji ber şer û pevçûnên navbera PKKê û hêzên Tirkiyê, hatine valakirin.
Rudaw
