• Thursday, 12 February 2026
logo

Serokê şarederîya mezin ya Stenbolê Ekrem Îmamoglu serdana Amedê kir

Gulan Media September 1, 2019 Nûçe
Serokê şarederîya mezin ya Stenbolê Ekrem Îmamoglu serdana Amedê kir
Serokê şarederîya mezin ya Stenbolê Ekrem Îmamoglu û hevjina xwe Dilek İmamoğluserdana Amedê kir.
Îmamoglu ji firokxaneyê derbasî serokatîya CHPê ya şaxa Amedê bû û li wêderê kongreyeka rojnamewanî pêkanî.
Îmamoglu di despêka axaftina xwe de got ji peşvazîya germ gelêk kêfxweşbûye û got: ”Em jibo şahîya kure seroka CHPê ye şaxa Elîhê hatin û me xwest em seredana Amedê jî bikin.”
Îmamoglu li ser rewşa tayînkirina qeyumaman jî wiha axivî:
”Qeyyum danîna li ser şarederîya gaflete û delalete. Mafe hilbijartina welatîya û hewlen derveyî demokrasîyeye. Divê em xwedî li demokrasîye derkevin. Welatî divê vî avayî li mafe xwe xwedî derkevin. Ev kesên ku di sindoqan de derkeftin xwedî erkin û kiryarên cuda yên li hemberî wan nayê qebûl kirin. Mixabin cudahîyekê li Amedê, Wan û Merdînê derketîye vê ji em dilgiramkirine. Yê li hemberî ve biryare bide dadgehin ne kesayetin. Em hinek kes dibinin sedema bi siyaseta rojane dibin sedema wan xeletîyan û xwe ser huquqe re dibînin. Îddîayen li hemberî sîyasetmedaran divê huquq cibecê bike.”
Îmamoglu piştî ve çû goristana Yenîkoyê ya li Rezana navçeya Amedê û seredana tirba serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî kir û ji wederê çu şarederîya Kayapinarê li wêderê jî hevserokê şarederîya Mezin ye Amedê Adnan Selçuk Mizrakli, hevserokê şarederîya mezin yê Merdînê Ahmet Turk û reveberên HDPê yen Amedê re hevdîtinek ji çapemenîye re girtî kir.
Îmamoglu û şandeya li gel wî piştî ve derbasî Sura navçeya Amedê bû û seredana hinek esnaf kir.

Waar.tv
Top