• Friday, 13 February 2026
logo

Amerîka daxwaza hevahengiya leşkerî ya zêdetir ji bo navçeyên Kurdistanî dike

Gulan Media August 31, 2019 Nûçe
Amerîka daxwaza hevahengiya leşkerî ya zêdetir ji bo navçeyên Kurdistanî dike
Amerîka di hevkariya bi hêzên Pêşmerge re berdewam dibe û daxwaz ji Hewlêr û Bexdayê dike li navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê ne, hevahengiya zêdetir bikin.

Alîkarê Cîgirê Wezîrê Bergîriyê yê Amerîka Michael Mallory di hevdîtinekê taybet bi K24ê re ragihand, “Amerîka bi rahênankirin, biçekirin, şêwermendîkirin û hevkariya hêza Pêşmerge berdewam dibe, heta dilniya dibin ku DAIŞê careke din DAIŞê dernakeve û metirsiyê wê namîne.”

Got jî, ew qurbanîdana hêzên Iraqî bi giştî û hêza Pêşmerge bi taybetî li ber çav digirin û spasiya wan dikin.

Derbarê egera çalakbûna çekdarên DAIŞê de, wî berpirsê pilebilind ê Amerîkayê got: Çekdarên DAIŞê sûdê ji valahiya ewlehiyê ya di navbera hêzên Iraqê û Pêşmerge de li navçeyên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê heye dibîne.

Herwiha daxwaz kir jî, divê hevahengiya artêşa Iraqê û Pêşmerge li wan navçeyan zêdetir hebe, ta ku aramiyê vegerînin wan navçeyan.

Michael Mallory dibêje, ew piştevaniyê li guftûgoyên vê dawiyê yên di navbera Hewlêr û Bexdayê de bi armanca çareserkirina tevahiya pirsgirêkan dikin.

Berî bûyerên 16ê Cotmehê hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê bi dirêjahiya 1050 K.M şerê DAIŞê dikir û aramî û ewlehî ji hemû pêkhateyên wê navçê re bê cudahî dabîn dikir, lê piştî bûyerên 16ê Cotmehê û dagîrkirina artêşa Iraqê û Heşda Şeibî ji wan navçeyan re, çekdarên DAIŞê zêdetir derkeve û êrîşan pêk tîne.

K24
Top