• Thursday, 12 February 2026
logo

Rojhilat – Li Mehabadê du xortên kurd ji aliyê pasdarên Îranê ve hatin kuştin

Gulan Media August 31, 2019 Nûçe
Rojhilat – Li Mehabadê du xortên kurd ji aliyê pasdarên Îranê ve hatin kuştin
Li gundekî bajarê Mehabad yê Rojhilatê Kurdistanê, du xortên kurd ji aliyê pasdarên Îranê ve hatin kuştin.

Malpera Hengaw ragihandiye, duhî li gundê Zîndû Spî yê Mehabadê, pasdarên Îranê otomobîlek dan ber guleyan bi hêceta ku alîkariya partiyeka Kurdistanî ya neyara Îranê kirine.

Li gorî agahiyan, di encama wê êrişê de her du xortên kurd hatin kuştin. Yek ji wan xortên ku hatine kuştin, Sadiq Agûşî, xelkê bajarê Pîranşarê bûye û yê din jî Bayezîd Resûlî, xelkê gundê Hesen Çep yê Mehabadê bûye.

Piştî kuştina wan xortan, pasdarên Îranê bav û birayekî Sadiq Agûşî jî girtine û birine.

Basnews
Top