• Thursday, 12 February 2026
logo

Bi diruşma ‘Allahu Ekber’ wêneyê Erdogan şewitandin

Gulan Media August 31, 2019 Nûçe
Bi diruşma ‘Allahu Ekber’ wêneyê Erdogan şewitandin
xelk êrîşî ser leşkerên Tirk kir
Alîgirên Tirkiyê yên Idlibê ku ji ber êrîş û bombardimanên Rûsya û rejîma Sûriyê xwe li deriyê Tirkiyê yê Reyhanliyê xistin, herwiha bi diruşmên xwe jî Tirkiye, Rûsya û Sûriye protesto kirin.

Komek kesên di xwepêşandanên ser sînorê Tirkiyê de ku wekî alîgirên Tirkiyê yên opozisyona Sûriyê tên zanîn, wêneyê Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ji ber berpirsiya êrîşan û hevkariya Rûsyayê şewitandin.

Dema posterê Erdogan hat şewitandin jî dirûşmên ‘Allahu Ekber’ hatin qêrîn.

Aloziya ser sînorê Idlib û Tirkiyê berdewam dike û tê gotin ku bi hezaran kes bi leşkerên Tirkiyê re pev çûne û sînor derbas kirine.

Top