• Thursday, 12 February 2026
logo

Pispor: Enqere bo cîbicîkirina rêkeftinê bi gûman e

Gulan Media August 31, 2019 Nûçe
Pispor: Enqere bo cîbicîkirina rêkeftinê bi gûman e
Li ser rêkeftina avakirina navçeya aram li bakurê Sûrîye û Rojavayê Kurdistanê nîqaş û gengeşî berdewam in. Rayedarên Tirk dibêjin heke Amerîka wek bûyera Minbicê me bixapîne em ê bi serê xwe navçeya aram ava bikin û operasyonê bibin ser rojhilatê çemê Feratê. Pisporên Tirkîyeyê dibêjin, Enqere û Washington li ser navçeya aram zêde jihev bawer nîn in. Hin pispor jî balê dikinin ser êrîşên dawî ku li Îdlibê li dijî xalên çavdêrîyê yên Tirkîyeyê pêk tên û dibêjin, hin alî û welat ji bo naxwaze Tirkîye navçeya aram ava bike van êrîşan didin kirin.

Di navbera Tirkîye û Amerîkayê da nîqaş û gengeşîyên li ser rêekftina avakirina "navçeya aram" didomin. Serokkomarê Tirkîyeyê piştî vegera xwe ya Rûsyayê dabû zanîn ew ê nehêlin ku rêkeftina "Navçeya Aram" wek rêkeftina Minbicê bibe ku ev rêkeftin li qadê nehatibû cîbicihkirin. Heta rayedarên Tirk didin zanîn ku Amerîka wan bixapînin ew amade ne ku bi serê xwe navçeya aram ava bikin û operasyonê bibin ser rojhelatê çemê Feratê jî.

Li gorî Mîthat Işikê pisporê Peywendîyên Navdewletî di qada Sûrîyeyê da û li ser navçeya aram her çiqas di gelek xalan da Enqere û Washington rêkeftibin jî dîsa her du alî zêde jihev ne bawer in.

Mîthat Işik ji K24ê re got:" Di navbera Tirkîye û Amerîkayê da li ser pêkanîna rêkeftina navçeya aram nebawerî heye. Ji ber bûyera Minbicê Enqere bi guman nêzîk dibe. Li alîyê din Enqere dixwaze ji navçeya aram pêbawer be û kûrahîya wê têrî bike, da ku bikaribe bi qasî 800 hezar penaberên Ereb û Kurd li vê derê bicih bike. Di gelek xalan da her du alî rêkeftine, lê belê di mijara kûrahîyê da hêj rêkeftineke nîne."

Pisporê KAFKASSAMê Omer Gok jî îdia dike hin welatên ku naxwazin navçeya aram li bakurê Sûrîyeyê bê avakirin li Îdlibê êrîşî xalên çavdêrîyê yên Tirkîyeyê dikin da ku avakirina navçeya aram bê astengkirin.

Omer Gok dibêje: "Ji ber ku piştî rêkeftina navçeya aram jî Pentagonê piştgirîya xwe ya bo HSDê didomîne, Enqere di vê qenaetê da ye ku Washington wî dixapîne. Ji loma jî rayedarên Enqereyê her tim egera midaxeleya rojhelatê Feratê tînin rojevê û dibêjin planên me yên B û C hene. Dîsa jî li gorî min wê navçeya aram were avakirin. Lê belê li qadê welatên ku Tirkîyeyê naxwazin hene. Heta ji bo ku pêşî li avakirina navçeya aram bê girtin li Îdlibê êrîşî xalên çavdêrîyê yên Tirkîyeyê dikin."

Li alîyê din tê çaverêkirin ku di nava çend rojan da şandeyeke leşkerî ya Amerîkî were Enqereyê û li ser teqwîma cîbicihkirina rêkeftina navçeya aram, vekişandina hêzên YPGê û çekên wan ên giran û li ser mesafeya kûrahî û dirêjahîyê navçeya aram gotûbêj bêne kirin.

K24
Top