• Friday, 13 February 2026
logo

‘Milîsên Iraqî amadekarî dikin li hêzên Amerîkayê bidin!’

Gulan Media August 31, 2019 Nûçe
‘Milîsên Iraqî amadekarî dikin li hêzên Amerîkayê bidin!’
Grubên çekdar û milîsên Iraqê amadekariyê dikin ku hêzên Amerîkayê û ew kesên alîkariya wan dikin bidin.

Li gor nûçeya malpera Sumeriye News, ku îro 31.08.2019ê hatiye belav kirin, kesên nenas li navçeyên cuda yên Bexdayê hewla kom kirina zanyariyan didin, derbarê wan hemwelatiyên Iraqê yên li gel hêz û rêxistinên Amerîkî kar dikin.

Çavkaniyek ewlehiyê jî hişyarî daye ku ew kesên nenas ‘’Armanca wan dibe xirab be’’ û daxwaz ji hemwelatiyan kiriye ku zanyariyan derbarê wan kesên nenas de bidin saziyên ewlehiyê.

Milîsên Heşdî Şeibî ku piraniya biryar ji hikûmeta Îranê werdigrin, gelek caran dijatiya xwe ya li hember hebûna Amerîkiyan teqez diyar kirine û daxwaz derxistina wan ji Iraqê dikin.

Îro jî serokê partiya Umme ya Iraqî û parlamenter Mîsal Alusî bi beyanameyekî ragehand, milîsên Esayib Ehl El Heq û Nuceba ziyanên mezin didin Iraqê û daxwaza hilweşandina wan her du hêzên milîs kir.

Basnews
Top