Bi fermana Mesrûr Barzanî navendekî derxistina pasaportê li Koyê tê vekirin!
Duh wezîrê navxwe yê hikûmeta herêma Kurdistanê Rêber Ehmed ragehand, her wek serokwezîr Mesrûr Barzanî biryara dabîn kirina xizmetguzariyê bo hemû navçeyên herêma Kurdistanê daye, rêveberiya pasaport li Koye, Zaxo, Soran û Akrê jî tê vekirin.
Rêber Ehmed di tora xwe ya civakî twitterê de ragehand, ‘’Her wek serokwezîr Mesrûr Barzanî soz dabû xizmetguzarî ne tenê bo bajarên mezin, bo hemû qeza û nahyeyan dê bên kirin û ji bo wê jî wezareta me erkdar kir ku vekirina binkeyê rêveberiya pasaport li Koye, Zaxo, Soran û Akrê jî bên vekirin.’’
Basnews
