Erdogan bo Davutoglu: Tu çi bizane, bibêje!
Ahmet Davutoglu berî niha çenda rojan gotibû ger defterên şerê terorê vebin gelek kes nikarin derkevin nav mirovan. Erdoganî jî bersiva vê axaftinê da û xwest Davutoglu zanînên xwe eşkere bike. Erdoganî herwiha li ser destjêberdanên partiya xwe jî diyar kir ko ne di xeman wî de ye û ew bi serkeftî li ser riya xwe ne.
Tê destnîşankirin, ku Ahmet Davutoglu di amadeyiyên pêkanîna Partiyek Nû de ye û vê yekê alozî di navbeyna Serokomar Erdogan û Serokwezîrê berê Ahmet Davutoglu de peyda kirin e.
K24
