• Friday, 13 February 2026
logo

Kerkûk- 12 hezar malbatên ereb li bajêr hatine bi cihkirin

Gulan Media August 30, 2019 Nûçe
Kerkûk- 12 hezar malbatên ereb li bajêr hatine bi cihkirin
Rêveberê Çandinyê yê Parêzgeha Kerkûkê Mehdî Mubarek dibêje, proseya erebkirinê li nava bajarê Kerkûkê bi rêjeyeke mezin destpê kiriye û heya niha 12 hezar malbat anîne nava bajarê Kerkûkê û rêveberiya bajêr jî alîkariya wê proseyê dike.

Mehdî Mubarek ji malpera KDP.info re ragihand: “Ji pşitî 16ê Cotmeha 2017 û heya niha proseya erebkirina Kerkûkê berdewam e û niha ereb zêdetir berê xwe didin nava bajarê Kerkûkê û hatina wan bi rêjeyeke mezin dest pê kiriye. Ew malbat bi hênceta peydakirina kar û tirsa ji terorê tên Kerkûkê, rêveberiya Kerkûkê jî alîkariya wan dike û hêsankariyê ji wan re dike û kartên wan jî dike ser Kerkûkê û nasnameya Kerkûkê didin wan.”

Herwiha Mehdî got: “Hejmara wan erebên ku tên Kerkûkê pir zêde bûye, ku heya niha 12 hezar malbatên ereb hatine Kerkûkê ku ji navçeyên Iraqê hatine. Herwiha li derdora Kerkûkê jî hêj ereb erd û zeviyên Kurdan dagîr dikin û pirsgirêkan ji cotkarên kurd re derdixin.”

Piştî xiyaneta 16ê Cotmeha 2017an artêşa Iraqê û milîsên Heşdî Şabî Kerkûk û navçeyên din ê Herêma Kurdistanê dagir kiribûn. Herwiha îdareya li ser Kerkûkê hatiye sepandin bo derxistina kurdan û bierebikirina Kerkûkê her karekî ne rewa dike. Mal û milkên kurdan dihêne talanikirin gundên kurdan dihêne valakirin.

Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) bi tûndî pêdagiryê bi wê yekê dike ku beirya danîna parêzgarekî nû bo Kerkûkê divê rewşa Kerkûkê aram bibe. Bi wê armancê PDK ligel Yekîtiya Nişitimaniya Kurdistanê (YNK) rêkeftibû.

Basnews
Top