• Friday, 13 February 2026
logo

Serokwezîr Barzanî ligel Wezîrê Navxwe yê Iraqê civiya

Gulan Media August 30, 2019 Nûçe
Serokwezîr Barzanî ligel Wezîrê Navxwe yê Iraqê civiya
Serowezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ferman da ji niha û pê da 10 hezar dînarê Iraqê yê ji geştiyar û hemwelatiyên Iraqê dihat standin êdî neye standin.

Îro roja pncşemê 29.08.2019an Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ligel şandeka hikûmeta Iraqê ku Wezîrê Navxwe yê Iraq Yasîn Yasirî serokatiyê wê kir civiya. Di civînê da Serowezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ferman da ji niha û pê da 10 hezar dînarê Iraqê yê ji geştiyar û hemwelatiyên Iraqê ku bo serdan dihatin Herêma Kurdistanê dihat standin êdî neyê standin.

Wezîrê Navxwe yê Iraqî Yasîn Yasirî di civînê da xweşhaliya xwe derbarê peywendiyên baş ê Herêma Kurdistanê û Bexdayê anî ziman. Herwiha Yasîn Yasirî da zanîn ku jihevtêgihiştinek baş di navbera Wezareta Navxwe ya Iraqê û Herêma Kurdistanê da heye. Herwiha her kêşeyeke rû bide jî divê ew li gor destûrê çareser bikin.

Mesrûr Barzanî spasiya Yasîn Yasirî kir bo hewlên hemahengî û hevkariyên baş di navbera Wezareta Navxwe ya Iraqê û Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê da.

Di civînê da Wezîrê Navxwe yê Kurdistanê Rêber Ehmed jî amade bû û bi fermana Serowezîr Mesrûr Barzanî biryar hate standin ji niha û pê da 10 hezar dînarê Iraqê yê ji geştiyar û hemwelatiyên Iraqê ku bo serdanê dihatin Herêma Kurdistanê dihati tandin êdî neye standin.

Li ser feraman Serowezîrê Herêma Kurdistanê xerciyên ji hemwelatiyên Iraqê ku bo serdan tênê Herêma Kurdistanê êdî neyê standin.



Basnews
Top