Li Helebê 9 çekdarên “Mertala Firatê” hatin kuştin
Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, YPGê li eniya Dixilbaş li bakurê rojavayê bajarokê Babê hewl da bipêş bikeve, lê şerekî giran di navbera wê û çekdarên Mertala Firatê (grûpa Sultan Silêman) de derket.
Li gor Rewangehê belav kiriye, di wî şerî de 9 çekdarên Mertala Firatê hatine kuştin û hejmareke din jî birîndar bûne, lê ti zanyarî derbarê ziyanên YPGê de belav nekir.
Ev şer di demekê de ye, li bakurê Helebê şer di navbera grûpên çekdar û YPGê de derdikeve û gelek caran jî artêşa Tirkiyê wê navçeyê û devera Şehbayê topbaran dike. Pêr jî artêşa Tirkiyê bi topên Hawinê gundê Merenaz, Malkiyê û Elqemiyê topbaran kiribû.
Ji aliyekî din ve, Hêzên Rizgarkirina Efrînê îro di daxuyaniyekê de belav kir, di operasyonên cuda de wan 2 çekdarên ser bi artêşa Tirkiyê ve li gundewarê Ezazê kuştin.
K24
