5 çekdarên heşda eşayirî hatin kuştin
Birêveberê bajarokê Xêrate ya li Romadî Îmad Mehdî ragihand ku duhê bi şev terorîstên DIŞIê êrîşî ser çekdarên heşda eşayirî kirine û di encama êrîşê de 4 çekdarên heşda eşayirî hatine kuştin û çekdareke din jî birîndar bûye.
Îmad Mehdî herwiha daxwaz ji aliyên têkildar kir daku hêzeke zêdetir ya ewlekarî û leşkerî bişînên deverê daku rewşa deverê kontrol bikin.
