• Friday, 13 February 2026
logo

Temellî bo Davutoglu: Bi dijayetiya HDPê siyasetê neke

Gulan Media August 30, 2019 Nûçe
Temellî bo Davutoglu: Bi dijayetiya HDPê siyasetê neke
Hevserokê HDPyê Sezaî Temellî bersiva tohmetên Serokwezîrê berê yê Tirkiyê Ahmet Davutoglu dide û radigihîne, bila Davutoglu bi dijayetiya HDPê siyasetê neke.

Ahmet Davutoglu duh ji televîzyoneke taybet a Tirkiyê re gotibû, piştî hilbijartinên 7ê Hezîranê dema wî nekaribû hikûmetek bi tena serê xwe ava bike û pêvajoya aştyê berdewam bû, HDP tevdanî (fitne-tahrîk) kiriye.

Sezaî Temellî jî bersiva Davutoglu dide û dibêje HDP wê demê jî, niha jî li ser aşitî û demokrasiyê rijd e û dema siyaseta dijayetîkirina HDPê derbas bûye.

Sezaî Temellî got: “Ew aqlê ku bi dijayetiya HDPê siyaset dike, nikare tiştekî bide Tirkiyê. Di navbera 7ê Hezîranê û 1ê Berçile de hemû kiryarên HDPê eşkere ne. Pêşiya 7ê Hezîranê jî, piştî 7ê Hezîranê jî û niha jî HDP bi ti awayî dest ji têkoşîna demokrasî û aştiyê bernedaye.

Herwiha got: “Digel hevserok û hevşaredar û ji zêdetir 5 hezar endamên me hatin zindanîkirin û bajar û bajarokên me hatin rûxandin, me dest ji zemîna demokratîk berneda û li ser aştî û demokrasiyê rijd in. Bila Davutoglu biçe daxuyaniyên xwe yên wê demê binêre. Êdî dema siyaseta dijayetîkirina HDPê derbas bûye.”

K24
Top