Naveroka lihevkirina herêma ewle çi ye?
Gelo naveroka vê lihevkirinê çi ye? Berpirsê ragihandina HSDê Mustefa Balî dîyar dike ku ew mekanîzimayeke bo pêkanîna ewlakarîyê li ser sînorê bakurê Sûriyê û Tirkiyê ye.
Tê ragihandin ku yek ji girîngtirîn xalên lihevkirinê, ew e ku hêzên YPGê û YPJê li ser dirêjahîya 100 km û kûrahîya 14 km ji sînor vekişin û hêzên xwecîhî şûna wan bigirin.
Endamê fermandarîya giştî yê HSDê Hesen Qamişlo ji ajansa ANHA re gotibû ku ev mekanîzimaya ewlekarî li Serêkanîyê û Girêsipî bi cîh hat.
Xaleke din ya girîng lihevkirinê jî ew e ku bi razîkirina HSDê, dewriyên hevbeş yên Amerîkî û Tirkiyê destpê bikin û panzêrên tirkan wê her car vegerin hindurê axa Tirkiyê.
Mistefa Balî ji VOAyê ra gotiye ku wê xalên çavdêrîyê yên Tirkiyê li hindurê axa Sûriyê nebin.
Berpirsên Rêvebireya Xweser a Rojavayê Kurdistanê jî bi êrênî vê mekanîzimaya ewlekarîyê dinirxînin.
Lêbelê, ew gumanên xwe yên hember Tirkiyê eşkere dikin ku tim bahaneyan çêdike ku gefan li herêma wan bike û destketinên wan ji holê rake.
Dîsa, ew hebûna Tirkiyê li Efrînê wek dagirkerî bi nav dikin û doza rizgarkirina wê herêmê dikin.
Li alîyekî din, berpirsên Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê ji Amerîkayê dixwazin wan di şerê terorê da bi tene nehêle û beramber her gefekê wan biparêze.
Basnews
