• Thursday, 12 February 2026
logo

Di navbera YPG û çekdarên opozisyonê de şer derket

Gulan Media August 29, 2019 Nûçe
Di navbera YPG û çekdarên opozisyonê de şer derket
Li navçeya Babê di navbera şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û çekdarên opozisyona Sûriyê de pevçûn derket.



Li gor agahiyan duh bi şev YPGê li gundê Dîklebaşê, li başûrê Ezazê herêma Kefer Karşinê û li başûrê Efrînê li herêma Kimarê êrişê çekdarên opozisyona Sûriyê kirin.



Artêşa Tirkiyeyê kozikên YPGê topbaran kirin.



Herwiha Şeva borî, derdora demjimêr 22:30 topeke li cadeya Vîlat, li naverasta bajarê Efrînê ket.



Çavkaniyeke taybet ji nav bajarê Efrînê re ragihand ku şeva borî topek li cadeya Vîlat, nêzîk yarêgehên zarokan ket.



Li gor heman çavkaniyê, piştî ketina topê grûpên çekdar cihê bûyerê dorpêç kirin û rê nedan ku kes ji cih nêzîk bibe.



Çavkaniyê diyar kir ku li gor zanyariyan, ketina wê topê tu ziyanên giyanî li paş xwe nehiştine û zer û ziyan tenê maddî bûne.



Rudaw
Top