• Thursday, 12 February 2026
logo

Erdogan û Trump geşedanên li Sûriyê gotûbêj kirin

Gulan Media August 29, 2019 Nûçe
Erdogan û Trump geşedanên li Sûriyê gotûbêj kirin
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û Serokê Amerîkayê Donald Trump bi têlefonê axivîn û geşedanên li Sûriyeyê gotûbêj kirin.



Li gor daxuyaniya Serokatiya Ragihandinê ya Serokomariya Tirkiyê Erdogan û Trump ji xeynî mijarên dualî li ser geşedanên li Sûriyeyê nirxandin kirin.



Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Erdogan ji bo gavên ku di Civîna G-7ê ya li Fransayê de di mijara Îranê de hatin avêtin û destbikarbûna Balyozê Amerîkayê Davîd Satterfield kêfxweşiya xwe diyar kir.



Li gor heman daxuyaniyê Erdogan û Trump careke din gotin ku dixwazin qebareya bazirganiyê derxin 100 milyar dolarî û li hev kirin ku li Îdlibê sivîl ji êrişan bên parastin û ji bo rewşa sivîlan xerab nebe hevkarî bidome.



Rudaw
Top