Agir bi çend komgehên Hewlêrê ket
Peyamnêrê K24ê li Hewlêrê aşkere kir, 4 komgeh bi temamî şewitîne û tîmên agirkuj hewla kontrola agir û rizgarkirina komgehên din didin.
Da zanîn jî, agir ji berî demjimêrekê bi komgehan ketiye û ta niha agir nehatiye kontrolkirin.
Peyamnêrê diyar kir, 10 komgeh li wî cihî hene û ta niha 4 komgeh şewitîne û tîmên agirkuj dîwaran hildiweşînin bo agir zêde nebe û negihe komgehên din.
K24
