• Thursday, 12 February 2026
logo

Mattis: Ji ber piştguhkirina hevalbendan min dev ji kar berda

Gulan Media August 29, 2019 Nûçe
Mattis: Ji ber piştguhkirina hevalbendan min dev ji kar berda
Wezîrê Berevaniya Amerîka yê berê Jim Mattis îro çarşemê 28-08-2019an di niviseke danasîna pirtûka xwe ya nû de hişiyarî da ku cudabîrîyên sîyasî civata Amerîkî perçe dike.

Di nîvîsa xwe ya The Wall Stireet Jowrinal de nivîsî: “Em gîş dizanin ku em ji rewşa sîyaseta xwe ya vê demê baştir in. Divê rê li partîzanî re neyê dayîn ku ezmûna me tune bike. Wek mirovekî leşker, tiştê ku min ditirsîne ne dijminên derveyî ye, lê perçebûna navxweyî ye,”

Hêjayî bîrxistinê ye ku generalê karkenar berî ku wek protesto ji rêvebirîya Trump veqete jî peyamên wî rengî dida bîragişitî.

Mattis di nivîsa xwe de hinek ronî anî ser mijara karvekişîna xwe û got ku jiber ku nêrînên wî yên derbarê hevalbendan hatin piştguh kirin, ew neçar ma ku karê xwe berde.

Mattis: “Dema girîngî bi çareserîyên min yên berbiçav û şîretên stiratejîk yên taybetî di warê zindîhişitina bawerîya hevalbendan de, nehat dayîn bo min dema kariberdanê hatibû. Tevî ku min jibo parastina Qanûna Bingehîn ya welatê me, bi şabûneke mezin xizimeta gelê xwe dikir, min dest ji kar berda.”

Mattis, demeke kurt pişitî daxuyanîya serokê Amerîka Donald Trump ya vekişîna ji Sûrîyê, karê xwe berdabû.

Mattis gotibû ku ew biryar xiyanetkirina kurdên Sûrîyê ne ku di erê dijî DAIŞê de hevalbendên Amerîka ne.

Basnews
Top