• Thursday, 12 February 2026
logo

Rêbiwar Talabanî: Ji bilî PDKê ligor hemû hizban rewşa Kerkûkê asayî ye

Gulan Media August 29, 2019 Nûçe
Rêbiwar Talabanî: Ji bilî PDKê ligor hemû hizban rewşa Kerkûkê asayî ye
Serokê Encûmenî Parêzgaha Kerkûkê Rêbiwar Talabanî aşkera kir ew li benda encama karên lîjneya asayîkirina rewşa Kerkûkê ne. Herwiha Talabanî da zanîn ku ji bilî PDKê ligor hemû hizban rewşa Kerkûkê asayî ye.

Rêbiwar Talebanî îro çarşemê 28.08.2019an ji BasNewsê ra axivî û da zanîn ku ew li benda encama karên lîjneya asayîkirina rewşa Kerkûkê ne. Heta aniha ti tiştek çi tiştekî nû ji wan ra nehatiye aşkere kirin.

Herwiha Talabanî da zanîn ku ew li ser helwêsta xwe ne û got: “Divê rewşa Kerkûkê asayî bibe û ew astmosfera aniha li Kerkûkê nemine. Di heman demê da xelkê ziyan dîtine bihêne qerebûkirin. Me ti guhertin di helwêsta xwe da û di gotinên xwe da nekirine.”

Çend roj bere li ser pêşniyaza firaksiyona Komeleya Îslamî biryar bû şandek ji firaksiyonên Kurdistanî li Parlementoya Kurdistanê serdana Kerkûkê bikin. Herwiha Rêbiwar Talabanî da zanîn ku Komeleya Îslamî û hemû hizbên din li Kerkûkê ne ji bilî PDKê hemû firaksiyonên din li Kerkûkê ne. Talabanî behsa helwêsta firaksiyonên beramber Kerkûkê jî kir û da zanîn ku ji bilî PDKê ligor hemû hizban rewşa Kerkûkê asayî ye.

Piştî xiyaneta 16ê Cotmeha 2017an artêşa Iraqê û milîsên Heşdî Şabî Kerkûk û navçeyên din ê Herêma Kurdistanê dagir kiribûn. Herwiha îdareya li ser Kerkûkê hatiye sepandin bo derxistina kurdan û bierebkirina Kerkûkê her karekî ne rewa dike. Mal û milkên kurdan dihên talankirin gundên kurdan dihêne valakirin.

Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) bi tûndî pêdagiriyê bi wê yekê dike ku beriya danîna parêzgarekî nû bo Kerkûkê divê rewşa Kerkûkê aram bibe. Bi wê armancê PDK ligel Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê rêkeftibû.

Basnews
Top