• Friday, 13 February 2026
logo

Serok Barzanî li gel Serokatiya parlementoyê civiya

Gulan Media August 29, 2019 Nûçe
Serok Barzanî li gel Serokatiya parlementoyê civiya
behsa girîngiya parlementoyê kir
Duh Serok Barzanî li gel desteya Serokatiya parlementoya Kurdistanê civiya.

Di civînê de behsa rewşa siyasî û guhertinên dawî yên li Îraq û deverê û rewşa siyasiya Kurdistanê hate kirin.

Her di heman civînê de Serok Barzanî piştgîriya xwe bo Serokatiya nû ya parlementoya Kurdistanê diyar kir û ragihand ku lazime parlemen kar bo bihêztir kirina bingehên destûrî û çanda bihevre jiyanêm yekrêziya gelê Kurd û prosesa reforman bike.

Serok Barzanî di berdewamiya axaftinên xwe de balkêşande ser prensîbên hevkarî û hemahengiyên navbera desthilatan bo zêdetir xizmet kirina xelkê Kurdistanê.

Serok Barzanî herwiha diyar kir ku Serokatiya parlementoyê xudan girîngiyeke taybete û ne milkê ti part û aliyeke siyasiye belku milkê xelkê Kurdistanê ye.

Top