• Thursday, 12 February 2026
logo

Serok Barzanî ligel serokhoz û kesayetiyên Basrayê civiya

Gulan Media August 29, 2019 Nûçe
Serok Barzanî ligel serokhoz û kesayetiyên Basrayê civiya
Li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya şandek mezin a nîştecihên parêzgeha Basra kir, ku ji Serok Hoz û rihspiyên olî û kesayetiyên akademiyên wê parêzgehê pêkhatibûn.

Şand a mêvan ji bilî derbirîna spas û xweşhaliya xwe ya bi vê hevdîtinê, silav û rêzên xelkê parêzgeha Basra bi Serok Barzanî û gelê Kurdistanê gihandin û tekezî li ser soz û evîniya xelkê wê parêzgehê, ji bo Serok Barzanî û xelkê Kurdistanê kirin.

Şanda mêvan her wiha balkişandin ser pêwendiyên brayane û dîroki yên xelkê Basra ligel gelê Kurdistanê û ragihandin, ku her ew soz bû ye sedema wê yekê, ku dehan hezar kesên xelkê Basra di dema vegerana Barzaniyê Nemir û hevalên wî ji Yekîtiya Sovyetê, ji bo pêşwazî kirina wan li çaverêyiyê wan de rawestiyan. Niha jî, heman soz û evînî ji bo Serok Barzanî û xelkê Kurdistanê heye û dixwazin, ew birayetiya kevnar zêdetir bê pêşxistin. Her di vê çarçêweyê de jî, şanda mêvan Serok Barzanî vexwendin, ku di derfetek guncaw de seredana wê parêzgehê bike.

Şanda mêvan behsa girift û kêşeyên taybet bi nebûna xizmetguzariyan li parêzgeha Basra kirin û hêvî xwestin, ew pêşketina li Herêma Kurdistanê heye, bigihe navçeyên din ên Iraqê û ji bo vê mebestê jî, daxwaz ji Serok Barzanî kirin, bi rêya Wezîr û nûnerên Kurd li Bexda ve hewl bidin, projeya avakarî û nîştecîhkirinê li parêzgeha Basra bê bicîhkirin û kêşeyên wê parêzgehê bên çareser kirin.

K24
Top