Desteya Serokayetiya Parlementoyê serdana Mekteba Siyasî ya PDKê kir
Cîgirê Serokê Parlementoya Kurdistanê Hêmin Hewramî ji ser rûpela xwe ya medya civakî ji ser rûpela xwe ya facebookê belav kiriye Desteya Serokatiya Parlementoya Kurdistanê û Mekteba Siyasî ya PDKê civiyane. Herwiha Hêmin Hewramî aşkere jî kiriye ku Desteya Serokatiya Parlementoya Kurdistanê bi armanca zêdetirkirina hemahengiya Parlementoya Kurdistanê û hêzên siyasî serdana Mekteba Siyasî ya PDKê kiriye û ligel Sekreterê Mekteba Siyasî û hejmarek Endamên Mekteba Siyasî civiyaye.
Herwiha Hewramî amaje bi wê yekî jî hatiye kirin ku parastina yekrêziya kurdan rûbirûbûna astengiyên li herêmê jî di civînê da hatine gotûbêjkirin.
Basnews
