• Thursday, 12 February 2026
logo

Gûrûbeka Heşdî Şabî gefa êrîşê li hêzên Amerîkayê dixwe

Gulan Media August 29, 2019 Nûçe
Gûrûbeka Heşdî Şabî gefa êrîşê li hêzên Amerîkayê dixwe
Gûrûba tûndrew a milîsên Heşdî Şabî ya bi navê Cindul Îmam Elhice bi belavkirina vîdyoyekê gefa êrîşê li hêzên Amerîka yên li Iraqê dixwe.

Piştî bordûmanên binke û baregehên Heşdî Şabî li çend bajarên Iraqê, gûrûbên tûndrew ê Heşdî Şabî gefa êrîşê li hêzên Amerîkayê li Iraqê dixwin. Gûrûba Heşdî Şabî ya tûndrew ku naskiriye bi navê Cindul Îmam Elhice gefa vîdyoyek belav kir û di wê vîdyoyê da gefa êrîşê li hêzên Amerîkayê yên li Iraqê xwar. Herwiha di wê vîdyoyê da behsa armanckirina hêzên Amerîkayê hatiye aşkerekirin.

Hêjayî gotinê ye berê jî serokê Desteya Heşda Şabî, Ebu Mehdî Muhendis, ragehandibû Amerîka berpirse ji selametîya baregehên Heşda Şabî, çunku wê rê daye çar firokeyên bêfirokevanên Îsraîlê li asmanê Iraqê bifirin û burdûmanan pêgehên Heşdê bordûman bikin.

Li aliyê din rêberê dînî yê mezheba şîe li Iraqê Kazim Xeyrî j î di xutbeya roja înê da dabû zanîn ku Amerîka hevkarê Îsraîlê ye di bordûmankirina cebilxaneyên Heşdî Şabî û ji bilî armanckirina hêzên Amerîka û Îsraîlê ti bijardeyeka wan nemaye.

Basnews
Top