YPG vekişiya, Pentagonê piştrast kir
Peyvdarê Pentagonê Sean Robertson ji ajansa “Reuters” re ragihandiye, gava YPGê ya vekişandina hêzên xwe ji ser sînorê Tirkiyê re nîşana wê yekê ye ku YPG piştevaniya rêkeftina di navbera Amerîka û Tirkiyê de dike.
Sean Robertson daye zanîn, ew rêkeftin dê aramiya ku li bakûrê rojhilatê Sûriyê heye, biparêze, ta careke din DAIŞ venegere, herwiha dê nebe asteng li pêş karê wan û hevpeymanan ji bo jinavbirina DAIŞê.
Di çarçova rêkeftina herêma ewle de, şervanên YPG û HSDê bi çekên xwe ve, ji navçeyên sînorî yên Serê Kaniyê û Girê Sipî vekişayane û xalên xwe yên leşkerî yên sînorî jî dê radestî hêzên xwecihî bikin.
Ji aliyê xwe ve, Berpirsê Navenda Ragihandinê ya HSDê Mistefa Balî ji ajansê “Reuters” re ragihandiye, vekişîna YPG ji ser sînor dê ji 5 ta 14 km be û dê tenê ji baregehên leşkerî û deverên gundewarî vekişe, ne bajar û bajarokan.
Balî her wiha gotiye, hêzên Tirkiyê û hêzên hevpeymanan bi serokatiya Amerîka dê çavdêriya navçeya sînorî ji nava xaka Tirkiyê ve bikin.
Bi gotina wî fermandeyê kurd, li gorî rêkeftinê mîkanîzmeke ewlehiyê bê avakirin ne herêmeke ewle. Ev yek jî dê bihaneyên Tirkiyê yên girêdayî bi gefên li ser ewlehiya wê ya netewî sar bike.
Basnews
