• Friday, 15 May 2026
logo

Erdogan, YNK bi piştevaniya PKKê tometbar kir

Gulan Media February 16, 2024 Nûçe
Erdogan, YNK bi piştevaniya PKKê tometbar kir

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan di dema ji Mirisê vegerê de radigihîne, “Eger YNK dest ji piştevaniya PKK, YPG û PYDê bernede, em ê heta dawiyê deriyên xweşbîniyê bigrin.”

Erdogan îro 15ê Sibatê piştî serdana xwe ya Îmarat û Misirê ji rojnamevanan re de ragihand, Tirkiye dostê dostên xwe ye. Serdanên li pey hev ên wezîrên derve, wezîrê berevaniyê û serokê saziya îstixbarata Tirkiyê bo Iraqê, bûne sedema rakirina atmosfera nerênî ku hebû û hin geşedanên baş di navbera hikûmeta navendî ya Iraqê û Herêma Kurdistanê de çêbûn.

Erdogan got: “Em amadene ku bi cîranên xwe re her cure gavan bavêjin, bi şertê ku terorîst li ser sînorên me çênebin. Kes wekî me rêzê li yekparebûna axa Iraq û Sûriyê nagire.”

Herwiha got: “Me gelek caran derbarê nêrînên nerênî yên Silêmaniyê de hişyarî da wan. Me ji wan re got ku em li herêmê çend pêkhateyên nû dibînin. Me ji wan re got ku destûrê nedin, ew ê bi tenê bimînin.”

Erdogan ragehand:  “Eger YNK dest ji piştevaniya PKK, YPG û PYDê bernede, em ê heta dawiyê deriyên xweşbîniyê bigrin.”

Ev ne cara yekem e ku Tirkiye berpirsên YNKê bi piştevaniya PKKê tometbar dike. Tirkiye zêdetirî salekê ye qada xwe ya asmanî li ser Balefirgeha Navdewletî ya Silêmaniyê girtiye.

 

Basnews

Top