• Thursday, 12 February 2026
logo

Serok Barzanî li gel Salih Mutleq civiya

Gulan Media August 28, 2019 Nûçe
Serok Barzanî li gel Salih Mutleq civiya
behsa rewşa siyasî ya Îraqê kirin
Îro Serok Barzanî pêşwaziya Serokê eniya diyaloga Îraqî Salih Mutleq û şandeke pê re kir.

Di civînê de her du alî nêrînên xwe yên derbarê bûyer, pêşhat û guhertinên dawî yên siyasî yên li Îraq û deverê diyar kirin û balkêşandine ser wan rê û rêbazên çareseriya siyasî ku dibin sedema pêşde birina prosesa siyasiya Îraqê û avedan kirina develeteke medenî li Îraqê de.

Di dawiya civînê de her du alî tekez li ser domandina diyaloga heyî û hemahengiya siyasî û parlemanî kirin.

Top