Mesrûr Barzanî peyamek serxweşiyê belav kir!
Di peyama xwe de Serokwezîrê herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî de ragehand, mixabin me nûçeya koça dawiyê ya Cewad Salih Newroz yê bi navê (Hakim Cewad) bihîst. Pirse û serxweşiya xwe arasteyî malbat û kesûkarên wî dikin. Hêvîdar in xwedêyê mezin giyanê wî bi biheştê şad bike û aramî û sebrê bibexşe ji malbata wî re.
Cewad Salih Newroz xelkê Rewandizê ye û ji bilî ku Pêşmerge bû, wek nivîskar çend pirtûkên wî hatine çapkirin û gelek gotar li rojname û kovaran jî belav kiriye. Sala borî jî pirtûkek derbarê dîroka Rewandizê de belav kir û îsal jî mijûlî çapkirina çend pirtûkên din bû.
Cewad Salih Newroz sala 1957an li Rewandizê ji dayik bû, sala 1983-1984an koleja yasa û ramyariyê ya beşê yasa li zanîngeha Bexdayê bidawî kir û bawernameya zankoyê bidest xistibû. Sala 1984an bû Pêşmerge û sala 1989an endamê Desteya Demezrêner ê Yekîtiya Mafperwerên Kurdistanê li çiya bû.
Cewad Salih Newroz demekê dadwerê şoreşê bû, çend salan jî Rêvebirê Nahya Rewandizê û Rêvebirê Nahya Balîsan bû û roja Duşemê 26. 8. 2019an koça dawiyê kir.
Basnews
