• Thursday, 12 February 2026
logo

Parlamenterekî Iraqê gef xwarin: Bersiva me bo Îsraîlê dê tund be!

Gulan Media August 27, 2019 Nûçe
Parlamenterekî Iraqê gef xwarin: Bersiva me bo Îsraîlê dê tund be!
Parlamenterekî Iraqê gef li Îsraîlê xwarin û radigehîne, ku welatê wan dê bersiveke tund bide Îsraîlê.

Endamê lijneya asayîş û berevaniyê li parlamentoya Iraqê Seîd Hilêfî di beyanameyekî de ragehand, lijneya asayîş û berevaniyê bi hemahengiya hêzên ewlehiyê ve lêkolîn li çavkaniyên êrîşa ser milîsên Heşdî Şeibî dike.

Seîd Hilêfî gef xwarin û got: ‘’Eger bo me aşkera bibe, ku Îsraîlê ew êrîş pêkanîne, dê bersiva me jî gelekî tund be.’’

Çend heftiyên borî de gelek binke û baregehên heşdî şeibî li navçeyên cuda yên Iraqê bûn armanca êrîşê û Îsraîlê jî bi awayekî nerasterast li xwe mûkir hat ku êrîş wan pêkanîne.

Basnews
Top