Dawî bi devreyeke perwerdehî ya hêzên zirêvanî hat
Îro li Hewlêrê bi beşdariya wezîrê navxwe û Fermandarê hêzên zirrêvanî, dawî bi devreyeke din ya perwerdehî ya hêzên zirêvanî hat.
Di destpêka merasîmê de çend peyv û gotar hatin pêşkêşkirin û pêş re jî beşdarvanên devreyê bi çend çalakiyên leşkerî karînên xwe nîşan dan.
Di devreya han de 450 pêşmergeyên ser bi hêzên zirêvanî beşdarbûne.
