• Thursday, 12 February 2026
logo

Şandeke Amerîkî li gel wezareta pêşmerge civiya

Gulan Media August 27, 2019 Nûçe
Şandeke Amerîkî li gel wezareta pêşmerge civiya
behsa rewşa deverên Kurdistanî yên derveya îdareya Kurdistanê kirin
Îro şandeke leşkerî ya Amerîkî serdana wezareta pêşmerge kir û li gel bîrkarê wezareta pêşmerge û çend rayedarên din yên wezaretê civiya.

Di civînê de her du alî behsa çend mijarên leşkerî bi taybetî rewşa navçeyên Kurdistanî yên derveya îdareya Kurdistanê kirin û tekez li ser vê yekê kirin ku lêv û tevgerên DIŞIê li deverê zêdetir bûne.

Her du alî diyar kirin ku lazime bo aram kirina rewşa wan deveran û nehêştina terorîstên DIŞIê li deverê, hêzên pêşmerge vegerin wan deveran.

Top