Înce: Bi danîna qeyûman tola Stenbol, Enqere û Îzmîrê hildide
Parlamenter û rêveberên HDPê li dijî danîna qeyûman dîsa li Parka Rêyên Bejayî ya Mêrdînê di çalakiya xwe pêk anî. Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) biryar daye heta ku qeyûm li ser şaredariyên bajarên mezin Amed, Wan û Mêrdînê neyên rakirin çalakiyên xwe bidomînin.
Partiya Komarî ya Gel (CHP) jî ji bo ku piştevaniya HDPiyan bike şande li ser şandeyan dişîne serdana hevşaredarên ku ji kar hatine dûrxistin. Berbijêrê Serokomariya Tirkiyeyê Muharem Înce û hin rêveberên CHPê li Mêrdînê serdana Ahmet Turk kirin.
Muharrem Înce got: “Ev ne tenê mijara Mêrdînê ye. Ev tola Stenbolê ye. Tola Enqere, Îzmîr, Edene û Mêrsînê ye. Hûn dibêjin we deng neda berbijêrê me, em jî tola xwe ji we wiha distînin. Em piştgiriya we, piştgiriya demokrasiyê û piştgiriya sandoqê dikin. Sandoq namûsa demokrasiyê ye. Kî ji sandoqê derkeve divê em qebûl bikin.”
Di nava CHPê de çend alî hene ku weke hev nafikirin. Lê di asta bilind de ji daxuyaniyên li dijî danîna qeyûman texsîr nake.
Ji bo parlamento bicive û li ser danîna qeyûman guftûgo bike pêdivî bi îmzeya 120 parlamenteran heye. Ev jî encex bi pistevaniya CHPê dikare pêk bê.
Parlamenterê HDP'ê yê Rihayê Omer Ocalan jî dibêje: “Em bang li CHPê dikin bila rol û misyona xwe bi cih bîne, parlamentoya Tirkiyê bicivîne û biryaran bigre. Dem ev dem e. Lazim e parlamento biryaran bigre. Hilbijartin be hilbijartin, HDP ji bo her tiştî amade ye.”
HDPê di hilbijartinên 31ê adarê de nêzîkî 70 şaredarî bi dest xistibû. Di serî de bajarê Stenbol û Enqerê 6 şaredariyên bajarê mezin Kurdan bi dengê xwe ji destê AK Partiyê derxistibû û bi CHPê dabû qezençkirin.
Rudaw
