• Friday, 13 February 2026
logo

Li Xaneqînê DAIŞê êrîşî hêzên Iraqê kir: 2 leşker hatin kuştin

Gulan Media August 27, 2019 Nûçe
Li Xaneqînê DAIŞê êrîşî hêzên Iraqê kir: 2 leşker hatin kuştin
Çekdarên DAIŞê li nêzîk gundê Şêrkî yê ser bi navçeya Xaneqînê êrîşî çepereke hêzên artêşa Iraqê kirin û 2 leşkerên Iraqê bi insane kuştin.



Berpirsê îstixbarata fewca yek a lîwaya sê ya bejayî ya artêşa Iraqê, Muqedem Ehmed Mistefa derbarê bûyerê de ji Rûdawê re ragihand, êrîş şeva bihorî çê bûye û çekdaran bi nîşangiran êrîşa xwe dabûne destpêkirin.



Ehmed Mistefa diyar kiriye, di encama wê êrîşê de 2 serbazên Iraqê hatine kuştin, ku yek ji wan xelkê Bexdayê û yê din jî xelkê Beledrozê ye.



Wî rayedarê artêşa Iraqê amaje bi bihêzbûna DAIŞê di wan demên dawiyê de kir û got: Hêza DAIŞê zêde bûye, li Gulale (Celewla), Xaneqîn û Qeretepeyê, êrîşî Pêşmerge, Asayiş, Artêş û Heşda Şeibî dikin.



Derbarê hejmara çekdarên DAIŞê li wan navçeyan de jî, berpirsê îstixbarata fewca yek a lîwaya sê ya bejayî ya artêşa Iraqê destnîşan kir: Hejmara çekdarên DAIŞê bi zelalî û diristî nayê zanîn, lê em piştrast in ku niha hejmara wan zêdeyî 40 çekdaran e û li derdora Xaneqîn û Gulaleyê ne.






Rudaw
Top