• Friday, 13 February 2026
logo

9 partî û rêxistin: Em vê derbeya sivîl qebûl nakin

Gulan Media August 27, 2019 Nûçe
9 partî û rêxistin: Em vê derbeya sivîl qebûl nakin
Li her sê bajarên Bakurê Kurdistanê; Diyarbekir, Mêrdîn û Wan'ê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) çalakiyên nerazîbûnê yên li hemberî ji kar dûrxistina Hevserokên Şaredariyan didomîne. Rêveberên HDP'ê û welatî dibêjin; dê heta 1'ê Îlonê bênavber çalakiyên demokratîk yên li dijî bêhiqûqiya ji kar dûrxistina hevserokên şaredariyan bidomînin.

Li bajarên Diyarbekir, Mêrdîn û Wanê çalakiyên li dijî ji kar dûrxistina hevserokên şaredariyan û tayînkirina qeyûman didomin. Li Diyarbekirê bi pêşengiya parlementerên HDP'ê li Cadeya Lîseyê ya ku nêzîkî Şaredariya Bajarê Mezin e çalaki tê kirin. Nûnerên Partiyên Kurdî yên ku bi HDP'ê re tifaqa hilbijartinê kiribûn, rêxistinên civaka sivîl û nûnerên hin komeleyan jî piştgiriya HDP'ê dikin. Endama Encûmena Partiya Komûnîst a Kurdistanê Emel Çîfyûrek li ser navê 9 partî û rêxistinan daxuyaniyek hevpar da û got; bi tayînkirina qeyûman tê xwestin ku rêya siyasetê li Kurdan bê girtin.

Endama Encûmena KPP'ê Emel Çîftyûrek di daxuyaniyê de got: "Bi tayînkirina qeyûman plana wan ew e ku rêya siyaseta legal li Kurdan bigirin. Bila baş were zanîn ku em ê bi çalakiyên demokratîk vê planê jinav bibin. Dewletê bi vê helwesta xwe ragihandiye ku îradeya gelê Kurd nas nake. Em vê derbeya sivîl qebûl nakin."

Li gorî rojên destpêkê çalakiyên HDP'ê di rewşeke aram de didomin. Çalakvan her roj saet di navbera 11.00 ta 13.30'an de li Cadeya Lîseyê kom dibin. Çalakvan erbaneyê lêdidin, stranan distirên, çepikan lê didin û tilîliyan didin û bi durîşman tayînkirina qeyûman protesto dikin. Welatiyên Diyarbekirî amaje dikin ku, mafê wan yê hilbijartinê hatiye binpêkirin û vê yekê qebûl nakin.

Welatî: "Em qeyûman qebûl nakin. Heta ku qeyûm ji şaredariyên me derkevin em ê çalakiyên xwe bidomînin."

Welatî: "Ev bajarê me ye. Bes e, em biratî, azadî û wekheviyê dixwazin. Dinya fireh e, wileh dinya têra me û wî dike."

Welatî: "Ji ber ku em Kurd in, divê em yek bin. Heger em ne yek bin em ê wiha di bin destê xelkê de biperçiqin."

Welatî: "Heta ku em şaredariya xwe distînin em ê li vir bin, em naçin. Ji ber ku me dengê xwe dayîyê ew (Ednan Selçûk Mizrakli) vîna me ye. Hatiye ji newalê bûye xwediyê malê, ma ev dibe?"

Hejmara çalakvanên li gorî roja destpêkê zêdetir in. Li gorî daxuyaniya parlementerên HDP'ê welatî zêdetir beşdarî çalakiyên bê tund û tûjî dibin. Her êvar saet 20.00'an li bajêr çalakiyên dengderxistinê tên li dar xistin. Li gorî çavkaniyên nêzî HDP'ê dê heta 1'ê Îlonê çalakiyên protestokirina tayînkirina qeyûman bidomin. HDP dê piştî mîtînga 1'ê Îlonê zêdetir li welêt û derveyê welat xebatên dîplomatîk bidomîne.

K24
Top