Wezareta Navxwe ya Herêmê û Bexdayê li ser çend pirsên girîng dicivin
Di wê derbarê de Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed ragihand, “Wezîrê Navxwe yê Iraqê ligel şandeke bilind tê Herêma Kurdistanê û ji bo axaftina li ser pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de me ew vexwandiye.”
Rêber Ehmed got: Daxwaz ji Hikûmeta Iraqê dikin tîmên wê bên Herêma Kurdistanê û li ser koma pirsgirêkan guftûgoyên cidî bikin, ji ber me ji demekê ve tîm û şandên xwe amade kirine, ji bo çareseriya hemû pirsgirêkan bikin.
K24
