Balefirên Tirkiyeyê derdorê gundê Bakorman bordiman kirin
Di çarçoveya êrîşên artêşa Tirkiyeyê de yên bo ser deverên sînorî yên Kurdistanê, îro bo cara yekem balefirênşer yên artêşa Tirkiyeyê bi hinceta hebûna gerlîayên pkkê li deverê, derdorê gundê Bakorman û gundê Çem bordiman kirin.
Ew cara yekeme ku balefirên artêşa Tirkiyeyê ew devera han bordiman dike û heta niha derbarê zirarên vê bordimanê de ti zaniyarî nehatine bidestxistin.
