• Thursday, 12 February 2026
logo

ROJAVA - Di navbera Girê Spî û Serekaniyê de dewriyeyên hevbeş dest pê nekirine

Gulan Media August 26, 2019 Nûçe
ROJAVA - Di navbera Girê Spî û Serekaniyê de dewriyeyên hevbeş dest pê nekirine
Li ser sînorê Rojavayê Kurdistanê hîn jî dewriyeyên hevbeş ên tirkî û amerîkî di çarçova rêkeftina ‘Navçeya Aram’ de dest pê nekirine.



Tîma Rûdawê îro çû ser sînorê di navbera Girê Spî û Serêkaniyê de, li ser sînor heta niha ne HSD û ne jî dewriyeyên hevbeş yên amerîkî û tirkî nayên dîtin û rewş weke berê asayî ye.



Lêbelê dibe ku di dekeme nêzîk de dewriyeyên hevbeş destpê bikin. Welatiyên Serêkaniyê jî bi vê rêkeftinê kêfxweş in ji ber ku şer dûrî wan ket.



Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) jî dibêje, ji bo bi serxistina vê pilanê ew dê alîkar bin.



Li bajarê Serêkaniyê û gundewarên rojavayê bajêr nexşeya leşkerî tê guhertin, li gor rêkeftina destpêkî ya di navbera Amerîka û Tirkiyê û mercên Navçeya Aram’.



Siyasetmedar û xelkên Serêkaniyê jî bi erênî li avakirina Navçeya Aram’ dinêrin û hest bi guhertinên li ser erdê jî dikin.



Şîrovekarê siyasî Mehmûd Amo derbarê Navçeya Aram’ de dibêje ku ev navçe di qazanca Kurdan de ye û destnîşan dike, “Ev dê sibe bibe belgeyeke yasayî weke çawa sala 1991an xeta 36 li Kurdistana Iraqê bû yasa.''



HSD, Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û YPJ ji ser sînorê di navbera Serêkaniyê û Girê Spî, hatin vekişandin û Encûmenên Leşkerî cihê wan digirin.



Herwiha hin xalên HSDê dûrî sînor hatine veguhestin û kolana tunêlan jî li hin deverên bajar hatine sekinandin.



Fermandarên HSDê zelal dikin ew ê alîkar bin ji bo cîbîkirina bendên rêkeftina destpêkî ya di navbera Amerîka û Tirkiyê de



Rudaw
Top