• Thursday, 12 February 2026
logo

Belgehên bierebkirina Kerkûkê belav dibin

Gulan Media August 26, 2019 Nûçe
Belgehên bierebkirina Kerkûkê belav dibin

Kurdistan24 belgehên bierebkirina Kerkûkê belav dike, ku tenê di şeş mehan de 600 malbatên Erebên Sunne ji parêzgehên Selahedîn, Enbar, Mîsan, Bexda û çend deverên din yên Îraqê hatîne Kerkûkê.

Ew Erebên ji wan deveran hatîne, niha bûyîne welatîyên parêzgeha Kerkûkê û her helbijartinek bihêt kirin yan jî serjmêrî bihêt encamdan, Wan jî wek her malabteke Kerkûkî mafê dengdanê û pişikdarîyê di helbijartinan de hene. Anku bandora xwe ya rasterast heye li ser guhertina rêjeya neteweyan li bajêrî.

Piştî bûyerên 16yê Oktoberê, 2017yê rewşeke awarte li Kerkûkê durist bûye û li gor zanîyarîyên mêdîyayan, ew bajêr hevrûşî pêleke nû ya guhertina demogirafî bûye.
Top