• Thursday, 12 February 2026
logo

Serokatiya Herêma Kurdistanê daxwaz ji hikumeta Iraqê kir mexdûrên enfalê qerebû bike

Gulan Media August 26, 2019 Nûçe
Serokatiya Herêma Kurdistanê daxwaz ji hikumeta Iraqê kir mexdûrên enfalê qerebû bike
Serokatiya Herêma Kurdistanê bi helkefta bibîranîna 31 salîya salvegera enfalkirina xelkê devera Behdînan peyamek belav kir û daxwaz ji hikûmeta Iraqê kir mexdûrên enfalê qerebû bike.

Peyama Serokayetiya Herêma Kurdistanê wihaye:

Li çarçêweya pêşhatina êrîşa Enfalê da ku sala 1988 ji aliyê rejîma Be’es ve beramber bi xelkê sîvîlê Herêma Kurdistanê hate encamdan û têda zêdetirê (180.000) sed û heştih hezar hemwelatiyên Kurdistanê hatin bêseruşûn û şehîd kirin û bi hezaran gund û dêhatên Kurdistanê wêran bûn, îro enfalkirina Behdînan bibîrtînîn.

Enfalkirina Behdînan ku dawiya pêşhatina êrîşa enfalan bû, li 25ê tebaxê heta 6ê Îlona 1988 hemû navçeyên Behdînanê girt û têda kîmyabaran û girtin û kuştin û raguhestin û wêrankirina Mizgeft û Dêr û gûnd û navçeyên Behdînan ji aliyê pênc firqe û yekîneyên serbazî ve hate encamdan û ewên ji wê tawanê jî rizgar bûn, koçberî Îran û Tirkiye û welatên din bûn.

Di demek da gelek bi rêz û hûrmetê ve şehîdên enfalkirina Behdînan û tevahiya şehîdên Kurdistanê bi bîrtînîn, carekî din daxwaz ji Hikûmeta Iraqê dikîn li gor biryara Dadgeha Bilinda Tawanên Iraqê ku pêşhatina êrîşa enfalê bi tawana dijî mirovayetî û jenosayd û cengê nasand, erkê xwe yê yasayî û exlaqî bi cîh bîne û qurbaniyên enfalê qerebû bike. Her wiha Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî radispêrîn ku zêdetir xizmetkirina qurbanîyên enfalan û dûvdaçûnê li çarenivîsa wendabûyan bike yek ji ewlewiyata karên xwe.

Dirûd û silav ji bo giyanê pakê şehîdên enfalkirina Behdînan û hemû enfalkiriyan û tevahiya şehîdên Kurdistanê.

Serokayetiya Herêma Kurdistanê

25/08/2019

Waar.tv
Top