Serokê Hizbulahê: Piştî Idlibê emê Rojhilatê Firatê jî rizgar bikin
Hesen Nasrallah di gotara xwe ya merasîmekê de got: “Armanca alozkirina Suriyê li sala 2011an pereçkirna navçeyê bû, lê artêşa Suriyê ew plan ji nav bir.”
Nasralah herwiha îdia kir ku Amerîkayê, DIŞI ji bo bicîkirina berjewendîyên xwe bikar aniye û heya niha jî Amerîka wê diparêze.
Tirkiye ev demeke dirêj e gefa operasyonê li Rojhilatê Firatê dixwe, lê Amerîka destûra wê yekê nade wan. Niha jî yekem car Hizbulaha Lubnanê ku wek piştevana berjewendiyên Îranê û hevpeymana rejîma Sûriyê di nav şer de ye, gefa Rojhilatê Firatê dixwe.
