Xaneqîn – Şerekî giran di navbera DAIŞ û Heşda Şeibî de derket
Buroya enformasiyona şer ya Wezareta Berevaniya Iraqê ragihandiye, duhî firokeyên şer yên Iraqî di çarçoveya operasyona “Nesr” de li biyabanên Enbarê çeperên DAIŞê dan ber bombeyan.
Ji aliyekî din, hat gotin ku şeva borî li gundê Mihemed Şêrbeg yê Xaneqînê, çekdarên DAIŞê êrişî hêzên Heşda Şeibî kirine ji ber wê jî şerekî giran di navbera her du aliyan de derketiye.
Heta niha nayê zanîn ziyanên her du aliyan çi û çend bûne.
Basnews
