• Thursday, 12 February 2026
logo

Emerîka:Pêwist bû Tirkiyê rê nedaba gemîya Îranê

Gulan Media August 26, 2019 Nûçe
Emerîka:Pêwist bû Tirkiyê rê nedaba gemîya Îranê
Şêwermendê Ewlekarîya Neteweyî yê Emerikayê, Con Bolton got: Pêwist bû Tirkiyê rê nedaba gemîya Îranê, ku bi rêyên ne yasayî, bikevtiba peravên wan.

Gemîya Îranê ku li Cebel Tariq ji alîyê Brîtanîyayê ve, bi bîyanûya petrola neyasayî dibe Siriyê desteser kir bû.

Hikûmeta Cebel Tariq ku di bin desthilata Brîtanîya de ye, bi tevî nerazîbûnên Emerîkayê gemîya Îranê berdan û gemî ber bi Peravên Yûnanê birêkevt, lê Welatê Yûnanê destûr neda bikeve peravên wê. Dûv re ber bi Mêrsîn a Tirkiyê birêkevtibû û li wir barê xwe dana.

Bolton Rexne li Tiriyê kir û got: Ew gemîya Îranê bi rêyên qaçax derbazî bazarî bûye û Pêwist bûTirkiyê rê nedaba wê gemîya Îranê.

Berê jî, Emerika ragehandibû, ew alîyên harikarîya wê gemîyê bikin, dê rastî sizayên wan bibin.

K24
Top