Îro 31.mîn salvegera enfala Behdînan e!
Berpirsê Rêxistina 88 a Enfalan li parêzgeha Duhokê Xelîl Osman ji BasNewsê re ragehand: ‘’Heta du hezar kesan li Duhokê hatin enfal kirin. heta naha jî termên gelek kesan nehatine dîtin. Tenê termê 13 kesên nav Kela Nizarkê de hatine îşkence kirin û şehîd kirin di goreke komî de hatine dîtinê. Derveyî wan piraniya enfalbûyên Duhokê bêserûşûm in. Îro li parka Newroz dê bîranîna enfalbûyan bi çalakiyan dê birêve biçe.’’
Herwaha got: ‘’Heta naha ji aliyê hikûmeta Iraqê giringî bi kes û karên enfalbûyan nehatiye dayîn. Îro dê kesûkarên enfalbûyan gelek daxwaza bikin, ji wan jî dê daxwazê bikin ku dosyaya enfalbûyan bibe jenosoid û careke din hikûmeta Iraqê karesateke din a wisa mezin bi serê gelê kurd de neyne û mafên enfalbûyan bê dabîn kirin û parastin û îmtiyazên enfalbûyan hemû wek yek li Iraqê lê bênêrîn.’’
Navborî got: ‘’Wek îro di sala 1988ê enfala Duhokê destpê kir. Roja 06.09ê jî bi dawî hat û bi hezaran kesên sivîl hatin şehîd kirin û bê serûşûn kirin. bi hezaran xanî hatin wêran kirin. ew bîranîna nexwaş îro ji aliyê Rêveberiya Şehîd û Enfalbûyan ve li Duhokê dê li gel Rêxistina 88ê bê bibîranîn.’’
Basnews
