Kurdên Diyale ji gund û zeviyên xwe derdikevin
Ji ber metirsiya li ser jiyana wan û gefên grûpên DAIŞê, hejmareke mezin ji welatiyên Kurd ên li sînorê parêzgeha Diyale ji gund û zeviyên xwe derdikevin. Ew welatiyên Kurd daxwaza hevahengiyê di navbera Pêşmewrge û hêzên ewlehiyê yên Iraqê de dikin, ji bo jiyana wan li wan navçeyan biparêzin.
Ji ber hebûna tevgera grûpên çekdar û kiryarên teroristî yên DAIŞê, ewşa ewlehiyê li navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê roj bi roj ber bi xirapiyê ve diçe, ew yek jî bûye sedemek ku bi berdewam Kurdên navçeyên Kurdistanî ji navçeyên xwe bar bikin.
Hêzên ewlehiyê sedema wê yekê vedigirînin, nebûna hevahengiya di navbera hêzên ewlehiyê yên Iraq û Herêma Kurdistanê de, hîştiye valahiyeke ewlehiyê li wan navçeyan dirust bibe û DAIŞ çalakiya xwe zêde bikin.
Efserê Pêşmerge Îbrahîm Mihemed ji K24ê re got: “Tevgera çekdarên DAIŞê li vê navçê heye, ji ber ku di navbera me û artêşa Iraqê de valahiyeke ewlehiyê heye û çekdarên DAIŞê sûdê ji wê valahiyê dibîne. Li vê navçeyê bi ti awayekî hevahengiya me bi artêşa Iraqê û Heşda Şeibî re nîn e. Ew li sînorê xwe ne û em li sînorê xwe ne.”
Beşeke mezin ji Kurdên ku gund û zeviyên xwe bi cih dihêlin, gund û zeviyên wan li navçeyên di bin kontrola hêzên Iraqî de ne û piştî bûyerên 16ê Cotmeha 2017an hatine dagîrkirin.
Welatiyên Kurd jî dibêjin, heta hêzên ewlehiyê yên Kurdistanê venegerin wan navçeyan, jiyana wan parastî nabe û nikarin vegerin gundên xwe, ji ber ku hêzên hene nikarin ewlehî û aramiyê biparêzin.
Berî bûyerên 16ê Cotmehê hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê bi dirêjahiya 1050 K.M şerê DAIŞê dikir û aramî û ewlehî ji hemû pêkhateyên wê navçê re bê cudahî dabîn dikir, lê piştî bûyerên 16ê Cotmehê dagîrkirina artêşa Iraqê û Heşda Şeibî ji wan navçeyan re bû sedema derketina DAIŞê û koçberbûna bi hezaran malabên Kurd û heta niha jî venegeriyane.
K24
