• Thursday, 12 February 2026
logo

ENKS: Amerîka tekezî li ser rêveberiyeke nû dike

Gulan Media August 25, 2019 Nûçe
ENKS: Amerîka tekezî li ser rêveberiyeke nû dike
Di civîna şanda Encumena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) ligel Wezareta Derve ya Amerîka de, berpirsên Amerîkî tekez kirine ku divê rêveberiyeke nû bi beşdariya hemû aliyên Rojavayê Kurdistanê were avakirin û rola ENKSê jî li “navçeya aram” jî girîng dibînin. Herwiha ENKSê li bendê ye, bi navbênkariya aliyên navdewletî û garantiya wan, ligel PYDê û TEV-DEMê lihev bikin, lê Rêveberiya Xweser dibêje, divê Rêveberiya niha were pêşxistin û aliyên din tevlî wê bibin û rêveberiyeke nû neyê avakirin.



Ala Sûriyê li navenda bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê li ba dibe , nîşana wê yekê ye ku ev bajar bi hevbeşî di navbera hikumeta Sûriyê û Rêveberiya Xweser de ku nûneratiya aliyekî kurdî dike birêve diçe. Lê aliyê din ENKS derveya wê îdareyê ye, ku di civînên wan de bi Amerîka re, tekez li ser wê yekê hat kirin, îdareyeke nû bi beşdariya tevaya aliyan bê avakirin.



Derbarê vê yekê de Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokrata Kurdistanê li Sûriyê (PDK-S) Hesen Remzî amaje kir Amerîka tekezî li ser rêveberiyeke nû dike ku û got: “Li gor hevdîtinên bi Amerîka re dê rêveberiyek nû were pêk anîn. Çimkî rejîma Sûrî li bajarê Qamişlo heye û gelek bingehên stratejîk di destê wê de ne ew naxwazin ev damûdezgehên hikumetê werin herfandin , ji ber ku di dawî de navçeya aram dibe pêngavek ji bo çareseriya siyasî li Sûriyê.”



Niha şandeke Birîtanî jî li Qamişlo ye, bi herdu aliyan re danûstandinê dike, Amerîkî û Ewropî dixwazin, Kurd lihev bikin û bi beşdariya hemû aliyan navçeya xwe birêve bibin.



Herçend egera hilwişandina rêveberiya niha ku di sala 2‪0‪1‪4‪ de hat damezrandin di rojevê de ye, lê partiyên di nava Rêveberiyê Xweser de di wê baweriyê de ne ku ya baş rêveberî berfirehtir bibe.



Sekreterê Giştî yê El Partiyê Nesir Eledîn Ibrahîm jî dibêje: “Çi nêzîkbûna kurdî bibe , em pêre ne û ji bo wê kar dikin. Gelek hewl ji bo vê yekê çêbûne.”



2‪2‪ partî di nava rêveberiya xweser de hene. Li derveya wê 1‪1‪ partî di nava ENKSê de jî hene ku bi avakirina navçeyeke aram li deverê dengê beşdariya herdû aliyan di yekalîkirina pêşeroja de bilind dibe.


Rudaw
Top